Şivan Perwer - De lori kure min lori Kürtçe Şarkı Sözleri


Şivan Perwer tarafından seslendirilen De lori kure min lori eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz. De lori kure min lori eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.


De lori kure min lori Sözleri

De lori lori kure min lori
Bave te kuştin dayik bi gori

Gernas ü merxas dive tu negri
Şeni ku sax bin nema tu bimri
Dujmin bi top ü firok ü leşker
Bombardiman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft ü diwar
Kür kür dinalin jar ü brindar
Zar ü zeçen Kurd pir tene kuştin
Dexl ü rez ü pez tiştek nehiştin

Tazi ü birçi kir banger ü berf
Wan venaşerin van şikeft ü berqef
Li ser zike xwe diçin bi mesti
Hin dest ü hin pe, hin ser şikesti
Di şevreşan de gernas e reber
Şere brindar dema diçin şer

De lori lori kure min lori
Bave te kuştin dayik bi gori
Gele hişyar e gelek giha ye
Tiving di dest e li ser çiya ye
Ser ü piling in hawir dibazin
Doza me Kurdan serbest dixwazin
Bi xwin nivisin li ser zinaran
Livir nemaye ciye neyaran
Bi qeşte dujmin qada me berde
Ev der welate gernase Kurd e
Qada me berdin ji bo me yekser
Em aştixwaz in me nave ev şer
Em ji weki we diven serbesti
Ma ki dixwaze dili ü bindesti