Şerzat - Feriforya Kürtçe Şarkı Sözleri


Şerzat tarafından seslendirilen Feriforya eserinin kürtçe şarkı sözleri ve türkçe çevirisine buradan ulaşabilirsiniz. Feriforya eserini seslendiren diğer tüm kürt sanatçıların videolarını da buradan izleyebilirsiniz.


Feriforya Sözleri

Se gul çandin li axa Medan

Aj dide ji bo me jiyan

Yek xunav ji behra dilan

Diherike dibe gulistan

 

De herin oxir be ji we re

Li benda we Zilan, Beritan

Bün sterk li rüke esman

Sakine, Leyla ü Fidan

 

Ferişteyen jiyana azad

Feriforyayen li nav agir in

Rehevalen (evindaren) hiv ü roje

Kevoken doza felat in

 

Dibejin şev xencereke reş e

Ü xafil di dilen xelmaş re derbas dibe

Le min ne bawer e

Hün ji bawer nekin ü herin!

 

Lewre işev şev ron e

Dinya çiksayi heyveron e

Ki dibeje bi se guleyen serbizeng roj tari dibe

Na xer, Roj ji her gav behtir sterkan diçirisine

 

Herin, nesekinin ü herin!

Wa ye stera Zilan ü Beritane ji diberiqine

Peyven ji taye roniye li tevna helbeste dixine

Beyt ü newaya we je hildiberine

Di gewriya gele ari de distrine

Ü hemü dengbej ü hunermendan je dihesidine.

 

De herin.!

Lewre se finden reqas li düv we peketi ne

Se steren dilgeş li ser sela sinciri ya asoye welate min govend girtine

Xemla xwe dane şeve ü kirase taristane qulquli kirine

Li asimane Kurdistane beredesteke sibehe zaye

ü berbanga azadiye rü daye.

 

Herin oxir be ji we re,

Ey Sakine, Leyla ü Fidan

Gotin: Şerzat

Helbest:İbrahim YILDIZ

Muzik: Şerzat